4 DAISîyên çek li nav Kampa Holê belav dikirin hatin girtin
PeyamaKurd - Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, 4 DAIŞiyên ku çek di nav şaneyên li kampa Holê de belav dikirin girtin. Operasyona
Piştî bidawîbûna qonaxa yekem a operasyona ser Kampa Holê ku 28ê Adarê dest pê kiribû û 2yê Nîsanê jî bidawî bûbû, hejmarek zêde çekdarên DAIŞê jî hatibûn girtin.
Hat ragihandin ku li ser mikurhatina kesên hatibûn girtin, Yekîneyên Antîterorê şeva borî li beşên 1, 3, 5 û 7emîn ên kampê 11 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de 4 çekdarên şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatine girtin. Ji wan kesên hatine girtin 2 jin in û bi navên “Um Hacer” û “Um Mistefa” têne naskirin ku wan li nav kampê çek li şaneyên DAIŞê belav dikirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî operasyona mezin operasyonên li ser şaneyên kampa Holê berdewam dikin û doh jî girtina 6 çekdaran hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin