IRAQ | Li sê parêzgehan êrîsî karwanên hevpeymaniya navdewletî kirin

24 August 2021 20:58 0 dîtin
IRAQ | Li sê parêzgehan êrîsî karwanên hevpeymaniya navdewletî kirin

PeyamaKurd – Karwanên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li parêzgehên Dîwaniye, Babil û Zîqar yên Iraqê rastî êrîşên bombeyê hatin.

Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku îro 24ê Tebaxê li gundê Misêhde ê nehiya Necmî li parêzgeha Dîwaniye ya Iraqê bombeyek bi hêzên Iraqî de teqiya.

Hat diyarkirin, di wê teqînê de tiştek bi serbazên Iraqî nehatiye tenê ziyan gihîştiye otomobîlên wan.

Dîsa li parêzgehên Babil û Zîqar yên Iraqê jî du bombe bi karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de hatin teqandin ku di wan teqînan de jî ti ziyaneke canî çênebûye, lê ziyan gihîştiye otomobîlên wan.