Li basûrê Iraqê êrîsî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navnetewî kirin

22 November 2021 13:28 0 dîtin
Li basûrê Iraqê êrîsî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navnetewî kirin

PeyamaKurd – Li ser rêyeke başûrê Iraqê, êrîşî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê kirin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, şeva borî 21.11.2021ê bombeyeka çandî li ser rêya sînorê parêzgeha Dîwaniye ya li başûrê Iraqê bi karwaneke hêzên Hevpeyman de teqiya.

Çapemeniya Iraqê diyar dike, di encama teqînê de, tu ziyaneke canî pêk nehatiye.

Komên çekdar li başûr û naverasta Iraqê berdewam karwan û hêzên Hevpeyman bi bombe û teqînan ve dikin armanc.

Amerîka milîsên Heşda Şeibî yên nêzîkî Îranê, bi encamdana wan êrîşan tohmetbar dike.