Iraq û Turkmenistan peymana gaza xwezayî îmza kirin

19 October 2024 22:58 0 dîtin
Iraq û Turkmenistan peymana gaza xwezayî îmza kirin

PeyamaKurd – Peymana gaza xwezayî di navbera Iraqê û Turkmenistanê de hat îmzakirin. Li gor peymanê gaza Turkmenistanê ya ku di ser Îranê de tê îxrackirin, wê di ser Îranê de here Iraqê.

Bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani ku bi mehaye ku bi Turkmenistanê re hevdîtin dikin û gihane encamê. Wezîrê elektrîkê yê Iraqê Ziyad Ali Fazil û wezîrê gaza deletê ya Turkmenistanê ku hem serokê Turkmengaza Turkmenistanê ye Maksat Babayev îro li Bexdayê ji bo rojane 10 milyon m3 gazê amade bikin peyman îmzekirin.

Bi peymanê re, wê di salê de gaza Turkmenistanê bi miqdarê 10 milyar m3 gaz here Iraqê.

 

Gaza ku Iraq ji Turkmenistanê bikire, wê di xebitandina santralên elektrîkan de ji bo rojê 24 seet bixebitin, bikarbîne.

Li gor wezîrê elektrîkê yê Iraqê, gaza Turkmenistanê wê di ser xeta Îranê de here Iraqê û di rêya şîrketa Îsvîçre ya bi navê Loxton Energyê dê bêkirin.