Iraqê ji bo Kampa Holê banga Konferanseke Navdewletî kir

25 June 2023 13:54 0 dîtin
Iraqê ji bo Kampa Holê banga Konferanseke Navdewletî kir

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî li ser rewşa Kampa Holê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku çekdar û malbatên DAIŞê tê de ne, banga lidarxistina konferanseke navdewletî kir.

Qasim Erecî di hevdîtina ligel Balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanowski de, daxwaz kir ku berî dawiya îsal konferanseke navdewletî li ser Kampa Holê were lidarxistin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Balyozê Amerîka li Bexdayê gotin ku pêwîst e dewlet welatiyên xwe ji kampa Holê werbigirin.

Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo hikûmeta Iraqê di şerê dijî terorîstan, madeyên hişber û mijarên mirovî de kir, bi taybetî piştevaniya tîma pêkvejiyan û avedankirina derûnî ya Wezareta Koç û Koçberan.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî sînorê Iraqê ye ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tê kontrolkirin. Di kampê de li derdora 56 hezar kesên ji 60 welatan dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.