Iraqê ji Çînê daxwaza du milyon derziyên dijî Koronayê kir

13 March 2021 12:00 0 dîtin
Iraqê ji Çînê daxwaza du milyon derziyên dijî Koronayê kir

PeyamaKurd – Iraqê, ji Çînê daxwaza du milyon derziyên dijî Koronayê kir û Çîn amadebûna xwe nîşan da, ku di meha bê de karwaneke din a derziyan bişîne Bexdayê.

Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê, bi fermî kirîna du milyon derziyên Sinopharm ji Çînê daxwaz kiriye, Çîn jî amadebûna xwe nîşan daye û ragihandiye, di meha Nîsanê de karwaneke din a derziyan bişînin Iraqê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi hevtayê xwe yê Çînî re li ser telefonê pêwendî daniye û daxwaza derziyan kiriye. Herwiha di pêwendiya telefonî de, bihêzkirina pêwendiyên bazirganî yên navbera her du welatan û rola kompaniyên Çînê li Iraqê hatiye axaftin.

Roja 2yê Adara 2021ê, yekem karwana derziyan ji Çînê gihîşt Iraqê ku 50 hezar derzî bûn, ji wê beşê, 5 hezar derzî bo Herêma Kurdistanê hatin şandin û helmeta lêdana derziyê destpê kiriye, ku di destpêkê de bijîşk û karmendên tendirustiyê derziyê werdigrin.