Îro tohmetbarên êrîsa li dijî welatiyên Duhokê dibin dadgehê

23 January 2023 14:11 0 dîtin
Îro tohmetbarên êrîsa li dijî welatiyên Duhokê dibin dadgehê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di derbarê êrîşa li dijî welatiyên Duhokê li Mêrdînê, 6 kes hatine desteserkirin û ew tohmetbar îro arasteyî dadgehê tên kirin.

Weke tê zanîn, roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser rêya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênç welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya hejmarek kes hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. Îro jî 6 tohmetbarên ku di nava wan jinek jî heye, birin Dadgeha Mêrdînê.

Hat eşkerekirin, ew tometbar di nava tedbîrên ewlehiyê yên tund de bo dadgehê tên veguhastin û proseya darizandina wan destpê bike.