Îsmaîl: Destnîsankirina nûnerê taybet, nîsaneya girîngiya guhdana Amerîka bo Rojava ye

10 December 2020 11:01 0 dîtin
Îsmaîl: Destnîsankirina nûnerê taybet, nîsaneya girîngiya guhdana Amerîka bo Rojava ye

PeyamaKurd – Li ser danûstandinên aliyên Kurdî-Kurdî, Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl axivî û diyar kir: “ Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam dikin, qet nehatibû rawestandin. Ji ber nûnerên Amerîkayê yên li vê derê hatin guhertin, yên ku berê li vê derê bûn çûn û heta nûnerên nû hatin stratejiya xwe ya nû danîn, li ser vî esasî niha dê dest pê bikin. Ji ber vê yekê jî danûstandinên Kurdî-Kurdî nehatiye rawestandin û tu aliyekî jî negotiye hatiye rawestandin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl K24ê re, li ser naveroka civîna ENKS û şanda Amerîkayê ku îro li Hesekê pêk hat axivî û got: “Îro Balyozê nû yê Amerîkayê bo rojhilatê Sûriyê hatibû vê derê û ligel şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) civatek li dar xistin. Destpêkê pênasîn bû, her aliyek hev du nas bikin, cara ewil e ew tê Sûriyê.”

Mihemed Îsmaîl da zanîn, Balyozê nû yê Amerîkayê bo rojhilatê Sûriyê stratejiya xwe da xuyakirin ku dê bi çi şêwazî vê danûstandinê bike û got: “Tekez kir ku Amerîka aliyekî garantîdar e di vê danûstanê de, di vê diyalogê de û dê guh bide her du aliyan û hewl bide alîkarî bi wan re bike ku çawa kêşeyên dirust bibin, werin çareserkirin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê destnîşan kir: “Me tekez kir li ser xalên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ku cidî ye, dixwaze berdewamiya vê diyalogê hebe heta bigihe encamên baş, me pêwîstî pê heye, miletê me jî pêwîstî pê heye û eger destkeftek hebe, dê di berjewendiya hemû aliyan de be.”

Îsmaîl di derbarê naveroka civînê de ragihand û got: “Ti axaftin û danûstandin li ser diyalogê çênebû, weke min got; pênasîn bû.”

Li ser pirsa "Gelo di civînê de hate diyarkirin ku Amerîka rijd e li ser diyaloga Kurdî-Kurdî pêk were û Amerîka rola xwe di vê diyalogê de bibîne?", Mihemed Îsmaîl eşkere kir: “Belê, tekez kir ku li ser asteke gelek bilind Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê ji Wezîrê Derve heta dawî berpirsên dosyeya Sûriyê, hemû mijûl in û guhdar in û piştevan in ji bo ev diyalog bi ser bikeve.”

Mihemed Îsmaîl da zanîn: “Eger Amerîkayê nûnerekî taybet, balyozekî taybet destnîşan kiriye ji bo vê deverê, ev nîşaneya girîngiya guhdana Amerîkayê ye ji bo mafên vê derê.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê got: “Diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam dike, qet nehatibû rawestandin.  Ji ber nûnerên Amerîkayê yên li vê derê hatin guhertin, yên ku berê li vê derê bûn çûn û heta nûnerên nû hatin stratejiya xwe ya nû danîn, li ser vî esasî niha dê dest pê bikin. Ji ber vê yekê jî diyaloga Kurdî-Kurdî nehatiye rawestandin û ti aliyekî jî negotiye hatiye rawestandin.”