Îspanya xwe amade dike ku beriya havînê dewleta Filistînê nas bike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku ew ê beriya havînê dewleta Filistînê nas bikin.
Serokwezîr Sanchez di serdana xwe ya Urdunê de di balafirê de daxuyanî da rojnamevanan.
Sanchez diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku di navbera Nîsan û Hezîranê de wê di nav civaka navneteweyî de di derbarê pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de geşedanên girîng çêbibin, Sanchez diyar kir ku divê bal were kişandin ser nîqaşên ji bo naskirina Filistînê wek endamek tam li Neteweyên Yekbûyî (NY) di hefteyên pêş de.
Serokwezîrê Îspanya Sanchez diyar kir ku biryara hevpar a ku bi serokwezîrên Îrlanda, Malta û Slovenyayê re derbarê naskirina dewleta Filistînê de hat girtin, heke şert û merc pêk bên, wê beriya havînê bê tetbîqkirin û wiha got: "Em ê ewil biryara naskirina dewleta Filistînê di Lijneya Wezîran da bigirin û paşê jî pêşkêşî Meclisê bikin."
Sanchez destnîşan kir ku di şerê vekirî yê navbera Îsraîl û Hamasê de tekane rêya garantîkirina aştî û ewlehiya herêmê, naskirina Filistînê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin