Îsraîl bi milyon dolaran perê kripto yê Îran û Hîzbûllahê xist dest

28 June 2023 01:30 0 dîtin
Îsraîl bi milyon dolaran perê kripto yê Îran û Hîzbûllahê xist dest

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku bi milyonan perê kripto yên ku aîdê hêza Qudsê ya artêşa Îranê û Hîzbullaha Lubnanêne xistine dest. Gallant negot bê çawa xistine dest lê heya niha perê xistine dest miqdarê herî mezine. Gallant got ku wê vî pereyî bi armanca desteka terorê bikarbînin û wê Îsraîl li hemberê Îranê û grûbên din yên ku terorê fînanse dikin têkoşîna wan dewam bike.

Gallant ragihand ku ji bo operasyona bidestxistina pere, daîra li hemberê li hemberê terorê ya aboriyê, Mossad, îstîxbarata leşkerî, polîs û rêvebirên din bi hevre xebitîne.