Îsraîl, deriyên sînorên Gazzeyê heya 12 ê nîsanê digre

08 April 2023 23:06 0 dîtin
Îsraîl, deriyên sînorên Gazzeyê heya 12 ê nîsanê digre

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant, heya dawiya cejna Pesahê ya cihûyan, deriyên sînor yên Gazzeyê û hinek noqteyên wê girt. Derî û noqteyên destnîşankirî wê bi sedema ewlehiyê, îşev an ku 8 ê nîsanê bên girtin. Cejna Pesahê heya 12 ê nîsanê dewam dike.

Wezaret her weha biryarê da ku bi sedema meha Remezanê îzna ku dabûn jî hatin betalkirin. Wezîr Gallant her weha ferman da ku artêş jî tevlî polîsan bibe û asayîşê temîn bike.