Îsraîlê dîsa hêrisî Samê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îsraîlê li derdora paytexta Sûriye Şamê hêrişî çend baregehên leşkerî yên komên milîs ên girêdayî rejîma Îranê kiriye.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriye SANAyê angaşt ku di encama hêrişan de 2 kes birîndar bûne, lê belê jêderên herêmê ragihandin ku di encama hêrişan de mirî jî hene.
SANAyê di nûçeya xwe ya ku spartiye jêderekî leşkerî de diyar kir ku artêşa Îsraîlê şeva borî di demjimêr 21:30yî de, ji aliyê Girên Golanê ve bi mûşekan hêrişî çend baregehên leşkerî yên derdora Şamê kiriye.
Li gorî wî jêderî, di encama hêrişê de 2 kes birîndar bûne û hin ziyanên malî pêk hatine.
Ji aliyekî din ve, Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 4 mûşekên Îsraîlê li Navenda Lêkolînên Zanistî ya li herêma Cemraya ya li derdora Şamê ketine û di encamê de agir bi navendê ketiye.
Li gorî daneyan; ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 29 caran hêrişî Sûriyeyê kiriye û 58 baregehên leşkerî, komgehên çekan têk biriye.
Herwiha di encama wan hêrişan de, 115 leşkerên Sûriyeyê û endamên komên milîs ên girêdayî Pasdarên Îranê hatine kuştin û 47 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin