Îsraîlê dîsa hêrisî Sûriyeyê kir
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrişî bajarê Dera yê Sûriyê kir.
Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro danê sibê, artêşa Îsraîlê bi mûşekan hêrişî baregehên artêşa Sûriyeyê yên li gundên Tel Caybe û Tel Um Huran ên parêzgeha Derayê kiriye.
Hat destnîşankirin ku artêşa Sûriyeyê li hember hêrîşa Îsraîlê, pergala xwe ya parastina hewayî çalak kiriye.
Îsraîl û Sûriyeyê, heta niha di derbarê hêrişê û ziyanên canî û malî de ti daxuyaniyên fermî nedane.
Ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 55 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.
Her wiha SOHRê ragihand ku derengiya şeva borî, li bajarokê Angel yê bakurê Derayê di navbera komeke çekdar û Hêzên Ewlehiyê yên dewletê de pevçûnekê rû daye.
SOHR’ê diyar kir ku di pevçûnê de çekên navîn û sivik hatine bikaranîn, komên çekdar bi çekên RBG’ê hêrişî navenda ewlehiyê ya hêzên Şamê yên li Enxelê kirine.
SOHRê der barê sedema pevçûnê de ev agahî parve kir:
"Hêzên Şamê jinek, zarokên wê û xizmekî wê ku diçûn Libnanê li ser sînorê Lubnan-Sûriye revandin. Xelkê Sehil Horan û serkirdeyên wan ji hêzên girêdayî hikûmeta Şamê xwestin ku jin û zarokên wan ên ku dijîn berdin. li bajarê Senemê yê bakurê Derayê û daxwaza berdana wan kir.”
SOHRê diyar kir ku piştî ku muhleta serbestberdana kesên revandî bi dawî bû, komeke nenas êrîşî navenda ewlekariya Enxel a hêzên hikûmeta Sûriyeyê kir û pevçûn derket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin