Îsraîl: Ger Hizbullah ji basûrê Lubnanê dernekeve, em ê agirbestê xera bikin!
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got, eger Hîzbullah ji başûrê Lubnanê venekişin, ew agirbesta ku di 27ê Mijdarê de hatibû kirin nas nakin û ew ê êrîş bikin.
Li gorî rojnameya The Times of Israelê, Katz li bakurê Îsraîlê serdana baregeheke leşkerî kir.
Wî diyar kir ku rêveberiya Tel Avîvê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê hewl dide, lê eger Hizbullah ji bakurê çemê Lîtanî venekişin wê gavan bavêjin.
Wezîrê Parastinê Katz îdia kir ku Îsraîl ku gelek caran agirbesta ku bi êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê pêk tê binpê dike, hewl dide peymanê di meriyetê de bihêle.
Wî angaşt kir ku mercê yekem ji bo mayîna lihevkirinê di cih de, vekişîna Hizbullahê li bakurê çemê Lîtanî û wêrankirina cebilxane û jêrxana girûpê li herêmê ye.
Katz got, "Eger ev şert neyê cîbicîkirin, wê ti rêkeftin çênebe û Îsraîl neçar e ku serbixwe tevbigere da ku bi ewle vegerin malên niştecihên bakur."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin