Îsraîlê li balafirgeha leskerî ya bi navê Suayeratê ya Sûriyê xist

08 August 2024 23:46 0 dîtin
Îsraîlê li balafirgeha leskerî ya bi navê Suayeratê ya Sûriyê xist

PeyamaKurd -  Îsraîlê li balafirgeha leşkerî ya bi navê Şuayeratê ya li bajarê Hûmûsê ya li Sûriyê xist. Li gor medya civakî ya nêzî rêvebiriya Sûriyê, Îsraîlê bi balafiran li baregehê xistiye.

Di êrîşê de zarokekî miriye, 10 kesên sîvîl birîndar bûne û zerara maddî çêbûye.

Îsraîlê heya niha di derbarê êrîşê de ti agahî nedaye. Tê gotin ku li aliyê Hûmûsê û der û dora Şamê artêşa Sûriyê, grûbên bi desteka Îranê û endamên Hîzbûllaha Lubnanê hene.