Îsraîl: Me li Lubnanê dest bi êrîsan kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku tevî agirbesta ku di 27ê Mijdarê de ket meriyetê, îro li dijî Lubnanê êrîşên nû pêk anîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat diyarkirin ku operasyonên li dijî Lubnanê destpê kirine û wê detayên wê piştre bên parvekirin. Danê êvarê jî hat ragihandin ku Îsraîlê li başûrê Lubnanê li hin herêmên başûrê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn.
Ji bo bersivdayîna Îsraîlê, Hizbullahê ji 27ê Mijdarê vir ve cara ewil êrîşeke "hişyarî" li ser leşkerên Îsraîlê pêk anî.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrîşa bi roketan a Hîzbullahê wek "îxlalkirina agirbestê ya cidî" bi nav kir û got, "Îsraîl wê bi tundî bersivê bide." Artêşa Israîlî bersiva fîşekên Hizbullahê yên hişyarkirinê bi çend êrîşên asmanî li başûrê Lubnanê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin