Îsraîl: Rehîne beriya lesker bigihin bi demeke kurt hatine kustin

01 September 2024 11:02 0 dîtin
Îsraîl: Rehîne beriya lesker bigihin bi demeke kurt hatine kustin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê, îro 1ê Îlonê ragihand ku hêzên wan termên 6 rehîneyên îsraîlî yên 7ê Cotmehê hatibûn revandin li başûrê Xeza bajarê Refahê dîtine.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî eşkere kir ku yek ji rehîneyan cihûyekî Amerîkî ye û dê Hemas bedêla wê bide.

Hemasê piştî daxuyaniyan red kir ku wan rehîne kuştine û diyar kir, rehîne tenê di encama êrîşên Îsraîlê de can didin.

Li aliyê din rojnameya Haartz a Îsraîlî bi zarê Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi îhtimaleke mezin ew rehîne beriya demeke kurt a gihîştina leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Navê wan 6 rehîneyên 7ê Cotmeha 2023yan hatibûn revandin wiha ye: Almog Sarusi, Alex Lobanov, Carmel Gat, Eden Yerushalmi, Ori Danino û Hersh (Hêriş) Goldberg-Polin.