Îsraîl û Misir bo 10 salan peymana xazê îmzekirin
PeyamaKurd- Îsraîl û Misir di navbera xwe de peymana xazê îmzekirin. Li gor peymanê wê Misir xaza bi miqdarê 64 mîlyar m3 ji Îsraîlê bikire. Bihayê xazê bi temamî dike 15 mîlyar dolar. Ragihandina firotina xazê bo Misrê, ji aliyê wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz de hat kirin. Steinitz ragihand ku wan dest bi îxracata xazê kiriye û weha dewam kir:
“Wê ev gav ji aliyê seha enerjiyê de Îsraîlê bike hêzeka herêmî.”
Peymana navbera şîrketên her dû dewletan, di navbera şîrketa bi navê Delekê ya Îsraîlê û şîrketa Misrê ya bi navê Dolphinusê, di sala 2018an de hatibû îmzekirin.
Piştî îxracata Misrê dibe ku Îsraîl bi Urdunê re peymana xazê îmze bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin