YA, Misir û Îsraîl peymana enerjiyê ya sê qolî îmze dikin
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê, Misir û Îsraîl ji bo ji Awrûpa re amadekariya xazê bikin, peyamenkî enerjiyê îmze dikin. Seroka komîsyona YA yê Ursula von der Leyen, mijarê weha ragihand:
“YA, Îsraîl û Misir ji bo xaz bêhtir here Awrûpayê wê peymanekî enerjiyê ya sê qolî îmze bikin.”
Seroka komîsyonê Leyen, berya hevdîtina ku wê li Qudsa Rojava bikin, bi serokwezîrê Îsraîlê bi Naftali Bennett re civîna çapemeniyê kir. Leyen got ku piştî Rûsya êrîşê Ûkraynayê kir, girîngiya bi Îsraîlê re ya di seha ewlehiya xida û hevkariya enerjiyê de derketiye pêş û YA yê biryarê daye ku ji Rûsyayê kêm enerjiyê bikire û cûreyên çavkaniyên enerjiyê zêde bike.
Von der Leyen, ragihand ku ji bo amadekirina xazê zêdetir bikin, wê di 15 ê hezîranê de, di navbera YA, Misir û Îsraîlê de peymana enerjiyê îmze bikin.
Leyen got ku wê di navbera Îsraîlê û Misrê de xetta xazê bê avakirin û xaza ku li Misrê avî bikin, dê bibin Awrûpayê.
Bennett jî ragihand ku di navbera Îsraîlê û YA de têkilî bi pêşde diçin û piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê divê civaka navdewletî bi hev re bixebite.
Wezîra nerjiyê ya Îsraîlê Karine Elharrar di 15 ê hezîranê de an ku îro dê here Misrê, bi serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi re li ser mijara birina xaza Îsraîlê ji bo di ser Misrê de bibin Awrûpayê, hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin