Îsraîl xwe ji serê mezin ê bi Hizbullahê re amade dike

19 June 2024 15:41 0 dîtin
Îsraîl xwe ji serê mezin ê bi Hizbullahê re amade dike

PeyamaKurd - Piştî ku Hêzên Çekdar ên Îsraîlê derengiya roja Sêşemê ragihandin ku planên operasyonê yên êrîşa li ser Lubnanê hatine pesendkirin, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz diyar kir ku biryara şerê topyekûn ligel Hizbullahê dê di demeke nêzîk de bê dayîn. 

Li Îsraîlê piştî vîdeoya ku ji aliyê frokeyeke sîxurî ya Hîzbullahê ve li bajarê Heyfayê hatiye dîmenên herêmên hestiyar û taxên sivîlan hatiye kêşandin belav bûn, tengijîn zêde bû û ev dîmen weke gefeke mezin a li dijî Hayfayê hat şîrovekirin.

Katz got ku wê di demeke nêz de biryara şerê topyekûn bi Hîzbullahê re bê dayîn.

Hîzbullah wê di şerê her tiştî de têk biçe

Hefteya borî di encama hêrişeke asmanî ya Îsraîlê de fermandarekî payebilind ê Hizbullahê hatibû kuştin. 

Piştî hêrişa Îsraîlê, Hizbullahê hêrişa xwe ya herî mezin a 8 mehên borî ya li dijî bakurê Îsraîlê pêk anî.

Katz li ser platforma medyaya civakî got, piştî gefa rêberê Hizbullahê Seyîd Hesen Nasrallah ku "ew ê ziyanê bidin benderên Hayfayê" yên ku ji hêla pargîdaniyên Çînî û Hindî ve têne xebitandin, di şerekî berfireh de, Hizbullah wê têk biçe.