Îsraîlê banga terka Xezeyê li sivîlan kir, NY xwest biryar bê betalkirin!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bang li xelkê Şerîda Xezeyê kir ku heta 24 saetan terka malê xwe bidin û ber bi başûrê Xezeyê ve biçin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku veguhestina bi qasî 1,1 milyon şêniyên bakurê Xezeyê bo başûr bi awayekî ewle ne mimkun de, divê biryar bê betalkirin.
Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê IDF de hatiye gotin, “IDF, bang li hemû sivîlên Xezeyê dike ku li gorî di nexşeya diyarkirî, ji bo ewlehiya xwe derbasî herêma başûr a newala Xezeyê bibin.”
Hate diyarkirin ku Hamasê li hember Îsraîlê şer daye destpêkirin û bakurê Xezeyê jî herêma operasyonan e, loma jî ji bo ewlehiya xwe divê hûn herêmê vala bikin.
IDFê daye zanîn ku li nava Xezeyê tunelên Hamasê hene û di avahiyên sivîlan de jî çekdarên Hamasê bicih bûne ku dê operasyonên artêşa Îsraîlê di demên pêş de jî li herêmê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin