Îsraîlê bi mosekan êrîsê Sûriyeyê kir, kustî û birîndar hene
PeyamaKurd-Îsraîlê bi moşekan êrîşî hêzên Îranê yên li derdora Şamê kir. Li gorî agahiyên fermî, di êrîşê de 9 serbaz hatine kuştin û 8 serbaz jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya medyayên Îran û Sûriyeyê hatin ragihandin, şeva borî Îsraîlê êrîşa moşekî biriye derdora Şamê ya paytexta Sûriyeyê. Ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyeyê, (SOHR) herî kêm 12 moşek hatine avêtin. Dîsa li gorî zanyariyên SOHRê belav kirine, 5 jê Sûriyeyî 4 jê Îranî, bi giştî 9 serbaz hatine kuştin û 8 serbaz jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin