Îsraîlê got ku di baregeha fuzeyan ya Îranê de xesareka mezin çêbûye

01 October 2021 00:36 0 dîtin
Îsraîlê got ku di baregeha fuzeyan ya Îranê de xesareka mezin çêbûye

PeyamaKurd – Şîrketa îstîxbaratê ya Îsraîlê ragihandiye ku di baregeha fuzeyan ya Îranê de xesarekî mezin çêbûye. Baregeha fuzeyê ya Îranê bi diziye, nêzê Tehranê ye û ya artêşa Îranê ye. Şîrket wêneyên baregeha xesardîtî yên satalaytê nîşan da kut ê de xesareka mezin çêbûye.

Li gor ragihandina şîrketa ewlehiyê ya bi navê ImageSat International ê gotiye ku rojavayê Tehranê ‘teqînekî xumam’ çêbûye. Tê gotin ku teqîn di baregeha fuzeyan ya artêşa Îranê de çêbûye.

Wêneyên baregehê ku hatin belavkirin yê jê yê roja 22 ê êlûnê ye û ya dinê ya 27 ê êlûnê ye.

Artêşa Îranê bi nivîskî ragihandibû ku di 26 ê êlûnê de, li rojavayê Tehranê di navenda lêkolînê de şewat derketiye, 2 endamên wan birîndar bûne û paşî mirine.