Îsraîlê, peyka sîxuriyê sand fezayê

29 March 2023 17:00 0 dîtin
Îsraîlê, peyka sîxuriyê sand fezayê

PeyamaKurd- Rayedarên Îsraîlê ragihand ku wan cureya nû ya peyka xwe ya sîxuriyê ya bi navê Ofek-13 şand fezayê da ku di îstîxbarata leşkerî de bi kar bîne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku peyka sîxuriyê piştî ku bi roketa Şavît ji Baregeha Asîmanî ya Palmaçimê hat havêtin, bi serkeftî bi cih bû.

Piştî havêtina peykê, ji qada berevaniya Îsraîlê hat gotin ku "Îsraîlê, gelek caran kapasîteyên xwe yên fezayê yên cihêreng îsbat kiriye. Ew yek ji kêm welatan e ku xwedî şiyanên wiha ye ku em pêşveçûn û xurtkirina xwe didomînin.”

CEOyê Pîşesaziya Asîmanî yê Îsraîlê Boaz Levy jî got ku "Ofek-13, di cureyê xwe de ya herî pêşketî ye ku bi kapasîteyên çavdêriya radarê ya bêhempa ye û dê di her şert û mercên hewa û dîtinê de berhevkirina îstîxbaratê bike."