Îran: Me yekem peyka xwe ya leskerî sand fezayê
PeyamaKurd – Îranê ragihand ku, wan yekem peyka xwe ya leşkerî şandiye fezayê. Li gorî daxuyaniya Pasdarên Îranê, Îran yekem peyka bi navê Noor 1 şandine fezayê û bi awayekî serkeftî ketiya rêgeha xwe.
Di daxuyaniya Pasdarên Îranê de hat diyarkirin ku peyka "Noor 1" ji navendeke fezayê ya li çolên wî welatê bi roketeke pir-qademe ya bi navê "Qassed" hatiya şandin û 424 kîlometre ji erdê bilind e.
Ajansa Mehrê ragihand ku ev bizav di salvegera Kolorduya Artêşa Islamî ya Pasdarên Iranê de pêk hatiye.
Iranê di destpêk salê de jî peykek ragihandinê bi navê ‘Zafer’ pekandibû lê paşê hatibû diyarkirin kul eza peyke têrê nekiriye ku bikeve rêgeha xwe

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin