Sizayê yekemîn ê darvekirina xwepêsandêrekî, ji aliyê Îranê ve hat sepandin!

14 November 2022 02:00 0 dîtin
Sizayê yekemîn ê darvekirina xwepêsandêrekî, ji aliyê Îranê ve hat sepandin!

PeyamaKurd- Ji aliyê Saziya Erka Yasayê ya Îranê ve hat ragihandin ku ji bo xwepêşandêrek çalakiyên ji bo Jîna Emînî, sizayê darvekirinê hatiye dayîn.

Di banga ku ji aliyê saziyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li paytexta Îranê ya Tehranê, li xwepêşandêrek xwepêşandanên Jîna Emînî, sizayê darvekirinê hatiye dayîn.

Di agahiya hat dayîn de hat diyarkirin ku bi fermana Seroka Erka Yasayê ya Îranê Gulamhuseyîn Muhsîn Ejei ve sizayên dadî û lezgîn ji bo 6 kesan hatiye dayîn û ji van 6 kesan ji bo yekî sizayê darvekirinê, ji bo 5 kesan jî di navbera 5 û 10 salan de sizayê girtîgehê hatiye dayîn.

Ji bo kesê ku sizayê darvkirinê lê hatiye birîn, hat gotin ku

“Ji ber avahiya dewletê şewitandiye, aramî û ewlehiya giştî xirab kiriye, li rûyê erdê fitne û fesadiyê kiriye û li dijî dewletê şer daye destpêkirin, ji bo wî sizayê darvekirinê hatiye sepandin.”

 Hat diyarkirin ku ji bo van sizayên ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hatine dayîn, rêya dijderketinê vekirî ye.