Talîbanê, sizayê yekemîn ê darvekirinê pesend kir

07 December 2022 18:30 0 dîtin
Talîbanê, sizayê yekemîn ê darvekirinê pesend kir

PeyamaKurd- Rêveberiya Talîbanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan di serdema desthilatiya xwe de sizayê yekemîn ê darvekirinê pesend kiriye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku kesekî Efxanî yê ku ji ber kujeriyê hatibû sizakirin, dê wekî sizayê yekemîn ê darvekirinê, li nav gel were pêkanîn.

Li gorî nûçeya AFPê, Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid bal kişandiye ser edaleta şerîetê ya “qisas bi qisasê” û li ser mijarê gotiye ku “Dadgeha Bilind biryar daye ku vê biryara qisasê, li qadeke vekirî li nav gel pêk bîne.”

Her wiha hat diyarkirin ku li eyaleta Farahê, ev ê bibe sizayê yekemîn ê ku Talîbanê qebûl kiriye.

Serkirdeyê payebilind ê Talîbanê Hibatullah Akhundzada, ferman dabû dadgeran ku aliyên hiqûqa Îslamê yên di nav gel de bên kirin, ricimkirin û qamîkirin her wiha jêkirina lebatên dizan li gorî hewcedariyê pêk bînin.