Serokwezîrê Polonyayê: Ez, pistgiriya sizayê darvekirinê dikim
PeyamaKurd- Serokwezîrê Polonyayê, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re di bernameya pirs û bersivan de ragihand ku ew piştgiriya sizayê darvekirinê dike.
Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki got ku ew piştgirî dide ji nû ve danasîna cezayê darvekirinê yê li Polonyayê. Morawiecki diyar kir ku ew tevlî hîndekariya dêrê ya di mijara sizayê darvekirinê nabe û got ku
“Ez wisa difikirim ku divê ev yek ji nû ve were nirxandin. Ji bo sizayên cidî, divê destûra darvekirinê were dayîn.”
Sizayê darvekirinê li Polonyayê di sala 1998an de hatibû rakirin. Kesê herî dawî Andrzej Czabanski bû ku di Nîsana 1988an de ji ber destavêtin û kuştina jinekê û hewildana kuştina 2 keçên wê hatibû darvekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku piraniya partiyên siyasî li Polonyayê li dijî vegerandina sizayê darvekirinê ne, lê hin endamên Partiya Hiqûq û Dadmendiyê ya desthilatdar, piştgiriyê didin jinûve danasîna sizayê darvekirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin