Serokwezîrê Polonyayê ji YEyê re: Ez ê bêjim na

30 September 2023 09:27 0 dîtin
Serokwezîrê Polonyayê ji YEyê re: Ez ê bêjim na

PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand, ew ê di civîna Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku hefteya pêş de bê lidarxistin de bi awayekî eşkere ji koçberiya qaçax re bêjin "na".

Morawiecki got, "Ez ê hefteya pêş biçim Civîna Konseya YEyê û li wir bi eşkere "na"yê vetoya xwe ya li ser koçberiya derqanûnî bidomînim."

Morawiecki bal kişand ser hilbijartinên parlementoyê yên ku di 15ê Cotmehê de li welêt bên kirin û referandûma ji 4 pirsan pêk tê û wiha got: “Dengê Polonyayê dikare û divê hîn xurtir bibe. Di 15ê Cotmehê de em dikarin ji koçberiya qaçax û jicîhûwarkirina bi darê zorê ya koçberên qaçax re bibêjin na. Werin em wekî Polonî vê bikin, dengê me wê li her derê Ewropayê were bihîstin.”

Herwiha diyar kir, ewlekarî nirxa herî girîng e û destnîşan kir, Partiya Hiqûq û Dadweriyê ya desthilatdar garantorê vê ewlehiyê ye.