Li Polonyayê, proseya hilbijartinên Tirkiyeyê dest pê kir
PeyamaKurd- Li Polonyayê hilbijêrên ku di qeydên hilbijêran ên biyanî de qeydkirî ne, ji bo Hilbijartina Giştî ya Serokomariyê û Parlamenteriya Serdema 28emîn, dest bi proseya dengdayînê kir.
Li gorî hat ragihandin, li Varşovaya paytexta Polonyayê ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin, sindoq hatin danîn.
Hat diyarkirin ku hilbijêran li gorî saeta herêmî saet 09:00an dest bi dengdayînê kirin. Dengdan dê heta saet 21:00an berdewam bike û hilbijêr dê heta êvara 7ê Gulanê bikaribin dengên xwe bidin.
Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), li Polonyayê bi giştî 10 hezar û 457 hilbijêr hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin