Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên endamên serkirdetiya PDKê destpê dike

04 November 2022 11:31 0 dîtin
Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên endamên serkirdetiya PDKê destpê dike

PeyamaKurd – Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên endamên serkirdetiya PDKê, di roja duyem a Kongreya PDKê de destpê dike.

Li gor zanyariyan, di çarçoveya bernameya kar a Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, îro Înê 4ê Mijdara 2022yan ku duyem roja birêveçûna kongreyê ye, di saet 10:00an de rûniştina yekem destpê dike û raporta lijneyan tê xwendin.

Hat zanîn, di rûniştina duyem a îro ya Kongreya 14an a PDKê de ku li gor bernameya kar di saet 14:00an de birêve diçe, navên namzedan wê werin xwendin û proseya dengdanê ji bo hilbijatina endamên encûmena serkirdetiyê ya PDKê dest pê bike.

Herwiha wek di bernameya kar a kongreya PDKê de hatiye diyarkirin, îşev proseya cudakirina dengan û jimartina wan birêve diçe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, do 3yê Mijdara 2022yan, Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê destpê kir, di roja yekem a kongreyê de, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serok hatin hilbijartin.