Peyama Serokwezîrê Yûnanîstanê Mîtsotakis ji bo Tirkiyeyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanîstanê Mîtsotakis got, "Li gorî min vekirina kanalên diyalogê yên bi Tirkiyeyê re di hemû astan de gelekî erênî ye."
Serokwezîrê Yûnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di çarçoveya 87. Fuara Navneteweyî ya Selanîkê de di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Mîtsotakis diyar kir, ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Tirkiye û Yûnanîstanê çûna Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dûr xuya dike û got, "Li gorî min vekirina kanalên diyalogê yên bi Tirkiyeyê re di hemû astan de gelekî erênî ye."
Mîtsotakis da zanîn, ji bilî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re di asta serkirdayetiyê de, hevdîtinên wezîr û cîgirên wezîran jî girîng in û got ku gotûbêjkirina tedbîrên pêbaweriyê û rojeveke erênî ji bo têkiliyên dualî bi fêde ye.
Mîtsotakis eşkere kir, ji bo Tirkiyeyê nêzîkbûna xwe ya ji Rojava re sûdmend e û diyar kir, Yûnanîstanê di salên dawî de polîtîkayeke derve ya ku tê de tekez dike ku ji bo nêzîkbûna Tirkiye û Ewropayê pêwîstî bi normalîzekirina têkiliyên bi Yûnanîstanê re heye.
Mîtsotakis got, "Em li bendê nebin ku pirsgirêkên berê bi yekcarî werin çareserkirin, lê dema lihevnekirinek çêbibe, bila li hev bikin ku tiştên ku em li ser li hev nakin, bi awayekî sivîl eşkere bikin û nebin sedema nîqaşên radîkal."
Mîtsotakis li ser pirsa gelo di muzakereyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi Tirkiyeyê re diqewimin dikarin tawîz bidin yan na, got, "Di tu muzakereyê de ti alî nikare ji sedî 100 daxwazên xwe pêk bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin