Serokwezîrê Yûnanîstanê: Divê em pistgiriyê bidin Tirkiyeyê

18 February 2023 11:35 0 dîtin
Serokwezîrê Yûnanîstanê: Divê em pistgiriyê bidin Tirkiyeyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanîstanê Mîtsotakis diyar kir, pirsgirêka koçberiyê bi nêzîkatiya sê alî ya ku ji parastina sînoran, vegerandina yên mafê penaberiyê negirtine û ji peydakirina rêyên qanûnî yên koçberiyê pêk tê dikare were çareserkirin û got, "Divê em piştgiriyê bidin Tirkiyeyê."

Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis di panela koçberan a di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de hat lidarxistin, li ser nêzîkatiya Yûnanîstan û Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li pirsgirêka koçberiyê û pêşniyarên çareseriyê nirxandin kirin.

Miçotakîs diyar kir, ji bo têkoşîna li dijî koçberiya qaçax parastina sînoran girîng e û destnîşan kir, ji bo vegerandina kesên ku di nava Yekîtiya Ewropayê de mafê wan ê penaberiyê tune ye jî xebat bi welatên din re girîng e.

Mîtsotakis bal kişand ku di heman demê de piştgirîkirina welatên ku wê koçberên qaçax ên ku mafê wan ê penaberiyê tune ne qebûl bikin jî girîng e û got, "Welatên transît jî girîng in."

Miçotakîs bal kişand ser peymana koçberiyê ya ku Tirkiyeyê di sala 2016an de bi YEyê re îmze kir û got, "Divê em hewl bidin bi Tirkiyeyê re bixebitin, divê em piştgiriyê bidin Tirkiyeyê."

Mîtsotakis peymanên qebûlkirina koçberan a Yûnanîstanê ya bi Bangladeş û Misrê re ji bo îstîhdamkirina karkerên demsalî bi bîr xist û diyar kir, ji bo kesên ku li Ewropayê bi koçberiyê li paşerojeke baştir digerin re rêyên qanûnî bên pêşkêşkirin girîng e.

Mitsotakis got, "Parastina sînor beşek ji çareseriyê ye, ne tenê çareserî ye, lê parastina sînor divê beşek ji çareseriyê be," ku mîna "dîwarekî mezin bi deriyekî mezin" ji bo parastina sînoran û teşwîqkirina koçberiya qanûnî ye.

Mîtsotakis da xuyakirin, Yûnanîstan jî divê li dijî koçberiya qaçax têbikoşe û got, "Ji me re jî alîkarî, piştgirî û hevgirtin lazim e."