Frederiksen: Divê Gronlandî biryara serxwebûna xwe bidin!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Danîmarkayê Frederiksen bi Trump re serxwebûna Gronlandê nirxand.
Di daxuyaniya ku doh ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Danîmarkayê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen bi Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re li ser mijara Gronlandê axivîn û bal kişand ku divê Gronlandî derbarê serxwebûna giravê de biryara xwe bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Frederîksen bi Donald Trump re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de Serokwezîr diyar kir ku divê biryara serxwebûnê ji aliyê Gronlandiyan ve bê dayîn.
Hat destnîşankirin ku Frederîksen bal kişand ser girîngiya xurtkirina ewlehiyê li Arktîkê û diyar kir ku Danîmarka amade ye di vî warî de zêdetir berpirsyariyê bigire ser milê xwe.
Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di hevdîtina ligel Trump de, nakokiyên Ukraynayê, rewşa Rojhilata Navîn û pêwendiyên ligel Çînê hatine gotûbêjkirin.
Trump berê gotibû ku Gronland divê bibe beşek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bal kişand ser girîngiya wê ya stratejîk ji bo ewlehiya neteweyî û parastina "cîhana azad", di nav de Çîn û Rûsya. Trump herwiha got, ew nikare garantî bike ku ew ê hêza leşkerî ji bo kontrolkirina Gronlandê bi kar neynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin