Îtilafa Sûriyê: Divê di zûtirin demê de biryara 2254 a NY bikeve pratîkê
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtilaf) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo hikûmeta demkî ya veguhêz li Sûriyê nîşan da.
Opozîsyonê tevî ku piştgirî da hikûmeta bi serokatiya Mihemed Beşîr ragihand ku êdî biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2254 a ji bo çareseriya siyasî ketiye destê sûriyan û divê di demeke nêz de biryar bikeve meriyetê.
Hevpeymaniyê got, biryara Encûmena Ewlehiyê ya NY 2254 şêwaza desteya hikûmê veguhêz diyar dike û da zanîn, her deste an jî meclîsên di proseya veguhestinê de têne avakirin, divê hemû pêkhateyan bigire nav xwe.
Opozisyona Sûriyê da xuyakirin, divê kesên destê wan di rêtina xwîna sûriyan de heye jî bên darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin