Mîranî: Referandûm belgeya heta hetayê ye, divê zemîn ji bo serxwebûna Kurdistanê bê amadekirin

15 September 2021 14:31 0 dîtin
Mîranî: Referandûm belgeya heta hetayê ye, divê zemîn ji bo serxwebûna Kurdistanê bê amadekirin

PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Rojhilata Navîn aram nabe. Mîranî behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, “Divê zemîn ji bo serxwebûnê bê amadekirin ji ber ku gelê Kurdistanê dê her rojekê serxwebûna xwe bi dest bîne.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro 15ê Îlonê di civînekê de got, li Iraqê gelek pirsgirêkên mîna pirsgirêka kurd, ya pêkhateyan, pirsgirêka dahat û mafên mirov û azadî û dadperweriyê hene.

Fazil Mîranî da zanîn, heger berpirsên Iraqî bi rastî di xema welatê xwe dibin divê zihniyeta xwe li hember kurdan biguherînin ji ber ku pirsgirêka kurd ji ber zihniyeta dijî kurd ya desthilatdarên Bexdayê derketiye.

Mîranî da xuyakirin, çi berpirsên Iraqî çi jî civaka navdewletî, divê bizanin heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Rojhilata Navîn asûde nabe.

Fazil Mîranî behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê jî kir û wiha axivî: “PDKê referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û ew referandûm jî bûye belgeyeke heta hetayê ya gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê. Divê zemîn ji bo serxwebûnê bê amadekirin ji ber ku gelê Kurdistanê dê her rojekê serxwebûna xwe bi dest bîne.”