Yekemîn Pêsangeha Çandiniyê li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr ve hat vekirin

03 November 2021 13:45 0 dîtin
Yekemîn Pêsangeha Çandiniyê li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr ve hat vekirin

PeyamaKurd – Yekemîn Pêşangeha Çandiniyê li Hewlêrê, ji aliyê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat vekirin.

Di merasîma vekirina pêşangehê de, Wezîra Çandiniyê Bêgerd Talebanî û çend wezîr û wekîlên hikûmetê beşdar bûn.

Pêşangeh wê 3 rojan berdewam be û 60 şîrket tê de beşdar in û berhemên xwe pêşkêş dikin.

Di heyama pêşangehê de wê panêlên cûrbicûr li ser naveroka pêşangehê bên kirin.