Îstîxbarat: Lêçûnên Rusyayê yên leskerî, ji %9,2 zêde bûn

30 May 2023 16:00 0 dîtin
Îstîxbarat: Lêçûnên Rusyayê yên leskerî, ji %9,2 zêde bûn

PeyamaKurd- Di raporta îstîxbarata Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê de hat diyarkirin ku lêçûnên leşkerî yên Rusyayê, di sala 2022yan de ji % 9,2 zêde bûne.

Li gorî raporta ku li ser şerê Rusya û Ukraynayê ku her roj ji aliyê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ve tê weşandin, di 25ê Gulanê de Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) ragihandibû ku lêçûnên leşkerî yên Rusyayê di sala 2022yan de ji % 9,2 zêde bûne û gihîştiye 86,4 milyar dolaran.

Di raportê de hat eşkerekirin ku "SIPRI vê yekê ji % 4,1ê Berhema Navxweyî ya Rusyayê (GDP) dinirxîne. Lêçûnên leşkerî yên rastîn ên Rusyayê zêde ne diyar e, nemaze ji sibata 2022yan bi vir ve ji ber zêdebûna bikaranîna madeyên budceya veşartî û nebûna zelaliyê.”