Îstîxbarata Amerîkayê: Putin, çeken nukleerî bi cih kirine

23 July 2023 22:30 0 dîtin
Îstîxbarata Amerîkayê: Putin, çeken nukleerî bi cih kirine

PeyamaKurd- Rayedarên Ajansa Îstixbarata Parastinê ya Amerîkayê (DIA), nêrîna Seroê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin parve kir ku ji bo şandina çekên nukleerî yên taktîkî yên ji bo Belarusyê tu sedema şik û gumanan tuneye.

Li gorî agahiyên ku rayedarên payebilind ên Ajansa Îstixbarata Parastinê ya Amerîkayê (DIA) dan çapemeniyê, êdî tu sedem tuneye ku guman li gotinên Putin ên di derbarê şandina çekên nukleerî yên taktîkî ji Belarusê re were kirin û wan di şandina çekan de "hinek serkeftin bi dest xist."

Karbidestên ku sedemên xwe yên bi vî rengî negotin, destnîşan kir ku tevî wêneyên satelaytê jî ji bo îstîxbarata Amerîkî dijwar e ku çekan bişopîne.

Rayedarên payebilind ên DIAyê diyar kir ku Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko bawer nake ku kontrola wî li ser çekan hebe, bi hegere mezin ew ê bi tevahî ji aliyê Rusyayê ve werin kontrolkirin.

Karbidestên Amerîkî biryara Rusyayê ya bicihkirina çekên navokî yên taktîkî ji bo Belarusê bi bêberpirsiyarî" pênase kir û da zanîn ku tu sedemek ji bo guhertina helwêstên wê yên navokî û tu nîşaneyeke tuneye ku Rusya xwe amade dike ku çekên navokî bi kar bîne.