Putin, li ser bikaranîna çeken nukleerî axivî
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin di civîna Klûba Valday a Navneteweyî ya ku li Soçiyê hat lidarxistin li ser rojevê axivî.
Vladimir Putin, li ser pirsa ku ew gotinên Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel ên li ser geşedanên li Qerebaxê de yên ku gotibû "Rusya îxanet li gelê Ermenî kir" çawa dinirxînin? got ku “Divê Yekîtiya Ewropayê ji ber tiştekî ku kiriye kesên din sûcdar neke.”
Putin bi bîr xist ku Ermenîstanê li Ewropayê qebûl kir ku Qerebax xaka Azerbeycanê ye û got, “Qerabax bi awayekî fermî bû parçeyek Azerbeycanê. Helwesta dewleta Ermeniyan a îroyîn ev e. Em dikarin çi bikin?
Putin bersiva pirsa bikaranîna çekên navokî ji aliyê Rusyayê ve da û got:
“Di doktrîna leşkerî ya Rusyayê de du sedemên bikaranîna çekên navokî ji aliyê Rusyayê ve hene.
Sedema yekem, ew bikaranîna çekên nukleerî li dijî me ye, ango bi navê êrîşeke dijberî bersiva vê yekê ye.
Sedema duyemîn ku dê ev çek bên bikaranîn ev e ku li ser hebûna dewleta Rusyayê metirsî heye. Li dijî Rusyayê çekên konvansiyonel bên bikaranîn jî hebûna Rusyayê wekî dewlet dê bikeve xeteriyê.”
Putin tekez kir û got, "Ez bawer nakim ku kesek bi hiş û hafizeya xwe ya rast bifikire ku çekên nukleerî li dijî Rusyayê bi kar bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin