Putin, ligel rayedarên Efrîkayê axivî
PeyamaKurd- Ji aliyê Koşka Kremlînê ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi Serokê Efrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa re li ser amadekariyên lûtkeya BRICSê axivî.
Li gorî daxuyaniyê, Ramaphosa di pêwendiya xwe ya bi telefonê ya bi Vladimir Putin re encamên Civîna Bilind a Rusya û Efrîqayê ku dê bibe sedema xurtkirina hevkariya Rusya û welatên Efrîkayê, erênî nirxand.
Di berdewamiya hevdîtina Putin û Ramaphosa ya di 29ê Tîrmehê de ku tê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên bazirganî, aborî û veberhênanê hat kirin, çend hevkariyên pratîkî yên di navbera Rusya û Efrîkaya Başûr de hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de meyla dualî ya ji bo têkiliyên avakartir di Rojeva navneteweyî ya heyî de hat diyarkirin, di nav de amadekariyên lûtkeya BRICSê ku dê di 23 û 24ê Tebaxê de li Johannesburgê bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin