Putin, ligel rayedarên berevaniya Çînê hevdîtin kir
PeyamaKurd- Di daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê de hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li paytext Moskowê, Wezîrê Berevaniya Çînê Lî Şangfu pêşwazî kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Vladimir Putin, kêfxweşiya xwe ya ji bo hevkariya Rusya û Çînê ya di warê leşkerî de nîşan da û got
"Em bi rêya yekîneyên xwe yên leşkerî, bi bandor dixebitin, em bi rêk û pêk agahdariya bikêrhatî diguhezînin, di qadên leşkerî û teknîkî de hevkariyê dikin û tetbîqatên hevpar pêk tînin."
Hat diyarkirin ku Putin bal kişand ku tetbîqatên mijara gotinê li Rojhilata Dûr û Ewropayê bi beşdariya hêzên bejahî, deryayî û asîmanî hatin lidarxistin û wiha got:
"Bêguman ev qadeke din a girîng e ku xwezaya stratejîk a têkiliyên me yên li ser asteke bilind xurt dike.”
Her wiha hat zanîn ku Lî di hevdîtinê de got ku hevkariyên herdu welatan di warê leşkerî de ber bi zêdebûnê ve diçe û got,
"Hevkariya Rusya û Çînê di warê leşkerî û teknîkî de di van demên dawî de gelek baş bi pêş dikeve. Ev yek alîkariyeke mezin dide ewlehiya cîhanî û herêmî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin