Îtalya: Ewropayê bi temasekirina kustina Qedafî xetayeke mezin kir

17 August 2023 19:25 0 dîtin
Îtalya: Ewropayê bi temasekirina kustina Qedafî xetayeke mezin kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani, rexne li welatên Ewropayê girt ku di dema destpêka bihara Erebî ya 2011yan de li kuştina Serokê Libyayê Muammer Qedafî temaşe kirine.

Li gorî nûçeya ajansa Îtalî ANSAyê Tajanî gotiye, temaşekirina kuştina Qedafî ji bo Ewropayê xetayeke gelekî cidî bû.

Tajanî daye zaîn, “Erê Qedafî ne rol modeleke pir baş a demokrasiyê bû, lê piştî kuştina wî îstiqrara Libya û Afrîkayê têk çû.”

Muammer Qedafî, 20ê Cotmeha 2011an dema destpêkirina serhildanên bi navê Bihara Erebî li bajarê Sirte yê Libyayê ji aliyê komên muxalîfên Libyayê ve hate lînçkirin û kuştin.