Îtalya nahêle kestiya “Alan Kurdî” nêzî welatê wan bibe

07 July 2019 00:07 0 dîtin
Îtalya nahêle kestiya “Alan Kurdî” nêzî welatê wan bibe

PeyamaKurd- Keştiya bi navê “Alan Kurdî” ji Derya Sipî 65 koçberan rizgar kir û tevî koçberan nêzî girava Îtalyayê ya bi navê Lampedusa rawestiyaye. Lê hukumeta Îtalyayê weka her keştiyê nahêle ku keştiya bi navê “Alan Kurdî” nêzî Îtalyayê bibe. Keşitya “Alan Kurdî” ya rêxistineka sîvîl ya alîkariyê ya bi navê “Sea Eye” yê ye. “Sea Eye” bi xwe keştiyeka Almanya ye. “Sea Eye” di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihandiye:

“Em di nav ava navdewletî de rawestiyane. Polîsê Îtalyayê bo fermana wezîrê karên hundir ya Salvini bigihîne me, hat. Gotin lîman bo me girtiye. Lê li Almanya bo koçberan qebûl bike ji 70 bajaran zêdetir dixwazin pêşwaziya me bikin. Bilez pêdiviya me bi lîmanekî heye ku em herinê.”