IYI Partî: Em ê roja Newrozê bikin betlaneya fermî!
PeyamaKurd – Berdevkê partiya Meral Akşener seroktiya wê dike IYI Partiyê Kurşad Zorlu, li navenda partiya xwe ya Enqereyê civîneke rojnamevanî li dar xist û tê de, bersiva pirsên derbarê hevdîtina namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ya bi hevserokên HDPê re û Cejna Newrozê da.
Zorlu, li ser hevdîtina Kilicdaroglu ya bi hevserokê HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan re, got ku namzedê serokomariyê serdana partiya koma wê ya parlamentoyê heye dike û wan berê jî nêrîna xwe aniye ziman.
Herwiha Zorlu got, “Ya girîng berdewama hesasiyetên me ye. Em di vê qet tawîzê nadin û soz didin miletê xwe.”
Berdevkê IYIPê li ser mijara pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya li Stenbolê ku 224 kes hatibûn binçavkirin jî got ku ew Newrozê wekî rojeke mezin û roja mizgîniya biharê dinirxînin û wiha axivî:
“Em bêyî cudahiyên etnîkî, nasnameyî û mezhebî wekî rojeke temsîla yekîtî, aştî û aramiya 85 milyon welatiyên me dike qebûl dikin. Ger em demokrasiyê bînin, wê nêrînên me hemûyan hebin lê divê em hevparê demokrasiyê bin. Di vê çarçoveyê de dema em werin ser deshilatê em ê wekî IYI Partiyê roja Newrozê bikin betlaneya fermî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin