Wê DEM Partî û MHP di Cejna Remezanê de serdana hev bikin
PeyamaKurd - Bernameya Cejna Remezanê ya Partiyên Tirkiyeyê ku di parlamentoyê de cî digrin eşkere bû. Li gorî bernameyê cara yekem DEM Partî MHP di vê cejnê de serdana hevdu dikin.
Hate ragihandin ku 31ê Adarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Paşerojê, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Partiya Saadetê û Partiya DEVAyê bike.
Wê piştî rojekê jî şanda MHPê serdana DEM Partiyê bike ku piştî destpêkirina pêvajoya nû û banga Abdullah Ocalan ev cara yekem pêk tê. Dîsa DEM Partî piştî deh salan serdana AK Partiyê jî dike.
Hate diyarkirin ku di heyeta DEM Partiyê ya serdana partiyan bike de, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez û Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEMê Zeyno Bayramoglû cî digrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin