James Jeffrey seredana Tirkiyê dike

21 August 2020 23:24 0 dîtin
James Jeffrey seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd- Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê û nûnerê koalîsyona navdewletî ya têkoşîna li dijî DEAŞ ê James Jeffrey, dê di 22-28 ê tebaxê de seredana Tirkiyê û Îswîçreyê bike, li ser pêşdeçûnên dawiyê yên herêmê raweste. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê; di seredana Jeffrey de, dê pê re cîgirê musteşarê wezaretê û sefîrê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê hebe.

Jeffrey û heyeta pê re li Ankarê dê di asta bilind de, bi rêvebirên Tirkiyê re têkiliyan deyne, di hevdîtinan de têkoşîna li dijî DEAŞ ê, mijara Sûriye û têkiliyên hevkarî yên duqolî dê hebin. Heyet her weha dê li ser bicîhanîna pêvajoya biryara Neteweyên Hevgirtî ya jimare 2254 ya konseya ewlekariyê biaxifin.

Di beyana wezaretê de, hat ragihand ku dê Jeffrey li Îstenbolê bi grûbên Sûriyê yên muxalif re, bi endamên rêxistinên civakî re, li ser halê Sûriyê yê dawî û hem li ser siyaseta Amerîkayê ya li dijî rejîma Esed ya aborî û zor a siyasî biaxifin.  

Jeffrey li Îswîçreyê jî di seredana xwe de wê bi temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen re hevdîtin bike û bi endamên komite ya bo destûra Sûriyê re yên ku tevlî tûra 3 emîn bûne re biaxife.