Japonya: Em ê hawirdeya petrola Rûsyayê qedexe bikin
PeyamaKurd-Hikûmeta Japonyayê ragihand ku ew ê hawirdeya petrola ji Rûsyayê qedexe bikin. Li gorî ragihandina hikûmetê, biryara qedexeyê di çarçoveya dorpêçan a Lûtkeya G7ê de hatiye dayîn.
Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kişida, bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku li gorî divêtiya piştgirîdayîna G7ê, ew ê hawirdeya petrola ji Rûsyayê qedexe bikin. Serokwezîrê Japonyayê da zanîn ku ev, biryareke gelek zehmetkêş e lê di rewşa heyî de ya herî girîng, piştgirîdayîna G7ê ye. Kişida got ku em ê berjewendiyên Japonyayê yên projeyên gaz û petrola Rûsyayê yên li herêmê biparêzin.
Kişida di derbarê projeyên Sakhalin-1 û Sakhalin-2 de jî got ku ev, ji bo ewlehiya enerjiya Japonyayê jiyanî ne û ew ê hawirdeya petrola ji Rûsyayê qonax bi qonax qut bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin