Ji 115 rewsenbîran daxwaza bidawîkirina Sîstema Qeyûmiyê

18 June 2024 15:03 0 dîtin
Ji 115 rewsenbîran daxwaza bidawîkirina Sîstema Qeyûmiyê

PeyamaKurd - 115 nivîskar û rewşenbîrên navdar ên Tirkiye û bakurê Kurdistanê banga bidawîkirina Pergala Qeyûmiyê kirin.

115 nivîskar, hunermend û rewşenbîran, bi daxuyaniyeke hevbeş dan xuyakirin ku Pergala Qeyûmiyê, binpêkirinan mafê hilbijartinê ya gelê Colemêrgê û hemû gel e û binpêkirineke mezin a destûrê ye.

Rewşenbîran, danîna qeyûman wek ‘derbeya li ser hêviya pêkvejiyanê’ binav kirin û daxwaza demildest vekişandina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê jî kirin.

Rewşenbîran destnîşan kirin ku ev şêwaz bi ti awayî li demokrasî û mafên mirovan nagoncive û daxwaza bidawîkirina Pergala Qeyûmiyê kirin.

Orhan Pamuk û Murathan Mungan jî beşdar in

Nivîskarê Tirk ê di asta cîhanê de bi nav û deng e û xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk jî yek ji 115 rewşenbîran e.

Her wiha nivîskarê bi nav û deng Murathan Mungan jî yek ji wan e.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, di 3ê Pûşperê de hatibû desteserkirin, ji postê xwe hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû bicihkirin.

Akiş, di 5ê Gulanê de jî ji aliyê Dadgeha Colemêrgê ve bi 19 sal û 6 mehan hatibû cezakirin. Ji 3yê Pûşperê de li bakurê Kurdistanê, çalakî û daxuyaniyên nerazîbûnê yên li dijî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê jî didomin.