Baregeha Barzanî: 'Serok Barzanî ti carî daxwaza sîstema du îdaretiyê ji YNKê nekiriye'

01 November 2020 12:03 0 dîtin
Baregeha Barzanî: 'Serok Barzanî ti carî daxwaza sîstema du îdaretiyê ji YNKê nekiriye'

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser  nûçe û îdiaya malpera Draw Medya daxuyaniyek belav kir û red kir ku Serok Mesûd Barzanî nameyek ji YNKê re şandiye û daxwaza sîstema du îdaretiyê kiriye.

Malpera kurdî ya Draw Medya doh 31ê Cotmehê di nûçeyeke xwe de îdia kiribû, Serok Barzanî nameyek ji YNKê re şandiye û daxwaz kiriye, “bila PDK deverên xwe birêve bibe û YNK jî deverên xwe…!”

Baregeha Barzanî bersiva wê malperê da û îdia red kir.

Di daxuyaniya Bargeha Barzanî de hat gotin: “Serok Barzanî ti carî nameyeke wisa ji YNKê re neşandiye û daxwazeke wiha jî nekiriye.”